Sereke

Pirsa dîlên ermenîye leşkerî wextê civîna parlamênta Avropayê

Ji 24-a hetanî 26-ê sibatê civîna şêwira Avropayêye parlamêntîyê bi formata onlayn derbaz bûye.Wekîlên dêlêgasîya Ermenîstanê rastî rojnemevana hatine û xebatên civînê dane tomerîkirinê. Parlamêntvanê ji fraksîya “Gava min” Hayk Koncoryan gotîye, wekî parlamêntvanên ermenî pêşda pirsa paşdavegerandina dîlên ermenî bilind kirine. Bi gotina wî, pirsa dîla hatîye pêşdakişandinê û gotûbêjkirinê. Axaftina parlamêntvana Ermenîstanê Anî Samsonyanê hêrsa parlamêntvanên tirk û azêrîya rakirîye, wextê ku ewê bîr anîye wekî azêrî borcdarîyên xweye anegorî dokûmênta 9-ê mijdarêye îmzekirî naqedînin. Ewê elam kirîye, wekî Adirbêcan gerekê dîlên ermenîye leşkerî aza berde. Ewê gotîye, wekî heger nava elametîyêda pirsa dîla jî tunebûya, anegorî dokûmêntên mafê hûmanîtarîyî navnetewî, Adirbêcan borcdare lez dîlên leşkerî aza berde, û paşda bide Ermenîstanê. Ewê serda zêde kirîye, wekî Adirbêcan xwe çawa welatê têrorîst xweyî dike.Wezîreta Arsaxêye karên der jî sirîya xweda bîr anîye, wekî Adirbêcan wan meriva çawa mecala hukumkirinêye li ser Arsaxê û Ermenîstanê dide xebatê, bona ku armancên xweye stratêcî mîyaserkin. 26-ê sibatê serokê Adirbêcanê elam kiribû, wekî Adirbêcanê hemû dîlên leşkerî paşda vegerandine û li cem wan giva tenê dîvêrsant mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button