Sereke

Li Şûşîyê barbarên azêrî heykelê Hovhannês Têvosyan xirab kirine /vîdêyo/

Li Şûşîyê barbarên azêrî heykelê şuxulkarê Sovyêtêyî sîyasî, mêrxasê xebata sosîyalî Hovhannês Têvosyan xirab kirine.Vîdêyoya wê vandalîzmê nava malperên sosîyalîda belav bûye. Vîdêyoyêda tê kifşê, ku çawa vandalên azêrî bi şirîtê heykel girêdane û davêjine erdê û paşê bi lingên xwe lê dixin û bi şabûn şikilê wê yekê dikişînin. Hovhannês Têvosyan sala 19O2-a li bajarê Qerebagêyî Şûşîyê ji dayîk bûye. Ewî li gelek qulixên bilindda cîhê xwe girtîye. Salên 1927-1936-a ew nava goveka malhebûnêda qulixên bilindda bûye. Sala 1939-da ew komîsarîyata miletîyêye senaya gemîçêkirinêda xebitîye. Salên 1948-195O-î wezîrê sovêtêyî senaya mêtalûrgîyayê bûye. Sala 1956-da ew baylozê Sovyêtêyî li Yaponîyayê bûye. Lê salên 1937-1958-a parlamêntvanê Sovyêtê bûye. Sala 1943-a ewî navê mêrxasê xebata sosîalîstî stendîye, bi mêdala Lênîn, usa jî mêdala ala xebatêye sorva hatîye xelatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button