Sereke

Têr-Pêtrosyan tabîya esker silav dike, elametîyên hinek şuxulkara rexne dike

Serokê Ermenîstanêyî ewlin, serokê kongira ermenîye miletîyê Lêvon Têr-Pêtrosyan nava nivîsara xweye belavbûyîda daye dîyarkirinê, wekî bona wî nerazîbûna fermandarîya esker femdarî ye. “Bona min nerazîbûna esker femdarî ye, yê ku li ser wê tabîyê ye ku tevî şuxulkarîyên sîyasî bibe. Menîya wê yekê ew bû, wekî serekwezîr cêribandina nefesal kir, ku neheqîya binketina nava şêrda avîte ser esker”,- Têr-Pêtrosyan gotîye.Ewî tabîya esker silav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî hinek qewata, yên ku bang dikin ku tevî kirinên dijî konstîtûsîyayê bibin, esker dîsa li ser tabîya xwe sekinîye. “Bi wê yekêva tevayî, ez elametîyên hinek şuxulkarên sîyasî gunehkar dikim, yên ku hesab dikin, wekî welgerandina dewletêye bi rêya leşkerî, mecaleke baş e. Mînakên wî cûreyî nava dîrokêda hene û gavên wî cûreyî dewletên tam dane tunekirinê”,-Têr- Pêtrosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button