Sereke
Li Kurdistanê roja kincên miletîyê didine kifşê /wêne/
Meha adarê çawa meha kurda eyane, çimkî nava vê mehêda gelek bûyarên dîrokî qewimîne. Hersal dehê adarê li temamîya Kurdistanê roja cil û bergên miletîyê tê kifşkirinê. Li temamîya herêmê, li mekteba û îdarên hukumatê him jin û him jî mêr bi cil û bergên miletîyêva roja xwe derbaz dikin.
Feqet, îsal rûyê nexweşîya koronavîrûsêda, teşkîldarîyên bona derbazkirina wê cejinê nehatine hazirkirinê.