Sereke
Li Ûrfayê û Malatîyayê pênc meriv hatine girtinê
Duh, sibeh zû, polîsîya tirka li Ûrfayê û li nehîya Waranşehîrê êrîş birîye ser çend mala. Du meriv li Ûrfayê û dudu jî li Waranşehîrê hatine girtinê.Nava girtîyada wekîla beşa partîya Dêmokratîk, ya gelaye li nehîyê, Xelîle Hatîce Gyoktêşe. Menîya girtina wan nehatîye dîyarkirinê. Xêncî wê yekê li ser malpera partîya Kurdistanêye Komûnîstî hatîye dîyarkirinê, wekî wekîlê partîya wanî li provînsîa Malatîyayê Xelîl Gogtaş jî hatîye girtinê.