Sereke

118-salîya bûyîna lîdêrê kurdî lêgêndar Mistefa Barzanî

Mistefa Barzanî şuxulkarê sîyasîyî nîveka sedsala 2O-ye û nava heja kurdaye miletîyê-azadarîyêye li Îraqê fîgûra serekeye.Nenihêrî wê yekê, wekî Mistefa Barzanî hetanî sazbûna Kurdistana nava Îraqa Fêdêralda nejît, em dikarin wî hesabkin çawa hîmdarê dewleta îraqîya-kurdaye fêdêral.
Mistefa Barzanî 14-ê adarê sala 19O3-a, li gundê Barzan ji dayîk bûye.Ew çawa şuxulkarê kurdî sîyasî eyane, yê ku temamîya jîyana xwe pêşkêşî azayî û mafên kurda kir. Mele Mistefa Barzanî 1-ê adara sala 1979-a li Waşîngtonê koça xweye dawî kir, wextê ku ew li okrûga Kolûmbîyayê emelyet dikirin. Hersal, wê rojê, li gundê Barzan û li bajarên Kurdistanêye mayîn, bi hezara meriv berev dibin, li kîderê Mele Mistefa Barzanî teslîmî axê kirine.
Wextê ku ew pêncsalî bû, ew tevî malbeta xwe, piştî serhildana dijî împêratorîya Osmanî ketibû hebsê.Xortanîya xweda ew dighîje şerkarên mayîn, bona serhildana dijî kolonîyalîstên brîtanîye li Îraqê. Paşê ew tevî heja kurdaye azadarîyê dibe, ya dijî hukumatên îraqî û îranî. 12-ê hezarîna sala 1943-a Barzanî, tevî bi hezara pêşmerga diçe Kurdistana Rojhilatê, bona piştgirîya Komara Mehabadê, ya ku ji alîyê Qazî Mehmedda sala 1945-a çawa komara kurda elam kir. Barzanî fermandarê eskerê komarê bû. Piştî ketina komara Mêhabadê, sala 1946-a, Mistefa Barzanî û nêzîkî 5OO pêşmergên wî derbazî ser têrîtorîya Sorvyêta berê bûn. Piştî welgerandina dewleta Îraqêye sala 1958-a ew paşda vedigere Kurdistanê. Sala 1961-ê, Mele Mistefa Barzanî serokatîya şerkarîya eyane bi navê “Şorişa îlonê” kirîye, nava encamên kîjanêda 11-ê adara sala 197O-yî di navbera Îraqê û wekîlên kurdada qayîlnivîsar tê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button