Sereke

Emê şerkarîyê bikin ku hema têrîtorîyayên Qerebaga Çîya paşda bînin: Arayîk Harûtyûnyan

Li cîhê rûniştandina serokê Arsaxê qebûlkirina binelîyên cîhşihtandî derbaz bûye. Derheqa wê yekêda hevaltîya Arsaxêye têlêvîzîyona Civakî ragîhandîye.
“Em ji nehîya Hadrûtê paşda nasekinin.Şerkarîya meye bi cûrê hevraxeberdanên edil wê berdewambe, ku têrîtorîyayên Herêma Qerebagêye otonom paşda vegerînin”,-serokê Arsaxê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew berbirî Nîkol Paşînyan bûye, ku welatîyên Qerebagêye cîşihitandî ji progirama piştgirîyê paşda nemînin.Bi xeberdana derheqa halê li Arsaxê û şuxulkarîya aşîtîparêzada, Arayîk Harûtyûnyan gotîye, wekî derheqa aşîtîya wededirêjda tu şikberî tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button