Sereke

Serkara şaredarîya Qersê dîsa hebsêda dimîne

Serkara şaredarîya bajarê Qersê Şevîn Alaca, ya ku bi destî hukumatê ji qulixê hatibû derxistinê û dewsa wê wekîlê tirka hatibû kifşkirinê, dîsa hebsêda maye, wextê ku mehkeme dijî azakirina wê derketîye. Şevîn Alaca 8-ê cotmeha sala 2O2O-î hatîye girtinê. Prosêsa guhdarkirina mehkemêye duem, roja pêncşemê derbaz bûye. Şevîn Alacayê nava “Endemtîya nava teşkîleta neqanûnîda” gunehkar dikin. Ew niha li hebsa Dîyarbekirêye. Advokatên wê dew kirine, ku wê aza berdin, lê mehkemê qirar kirîye, ku ew hebsêda bimîne. Prosêsa mehkemêye guhdarkirinêye mayîn wê 6-ê nîsanê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button