Sereke

Li hemû alîyên hêzên sîlihkirîye opêrasîyon telîm destpê bûne

Duh, 16-ê adarê li hemû alîyên hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî telîmên tevayî destpê bûne.Wekîlê ştaba sereke, yê alîyê prêssayê, Samvêl Asatryan rûpelê xweyî fêysbûkêda berbirîbûna wekîlê ştaba sereke, gênêral Êdvard Asryan raber kirîye.
“Pareskerên ku tevî telîma dibin, anîne li ser dereca hazirîya şerkarîyê û derxistine bona derbazkirina telîma”,-nava bangêda hatîye gotinê. “Meremê van telîma ewe ku dereca şerkarîya pareskera kontrolkin, bi taybetî nava qewilên giranda”,-ewî gotîye.Em bêjin, wekî tevî van telîmên leşkerî dibin 75OO qulixçîyên leşkerî, nêzîkî 2OO mecalên rokêta, topên rêaktîv û ji 15O-î zêdetir mecalên dijî tanka, nêzîkî 1OO heb têknîka zirihkirî û 9O mecalên parastina hewê. Bona piştgirîya telîma usa jî avîyasîya wê tevbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button