Sereke

Toganyan derheqa bêdengîya Rojavayêye hindava şerê Arsaxê û îşê Navalînda xeberdaye

Civaka navnetewî bi bêdengîya xwe bersiva opêrasîyonên Adirbêcanêye dijî binelîyên Arsaxê, xebitandina sîlihên qedexekirî û tunekirina gund û bajara da. Fikira wî cûreyî baylozê Ermenîstanêyî li Rûsîyayê Vardan Toganyan wextê hemcivîna “Komkujî û şerê cîhanêyî ewlin. Peymanên navnetewî” elam kirîye. Hemcivîn yektîya ermenîyên Rûsîyayê teşkîl kiribû, girêdayî sedsalîya peymana Moskvayêra ya ku di navbera Rûsîya Sovyêtîyê û Tirkîya Kemalîsta hatîye îmzekirinê.
“Wextê şerê 44 roje, me çawa tiştê herî baş nêytralî didît, lê tiştê herî xirab jî ew bû, wextê ku bi xebitandina sîlihên qedexekirî gund û bajar tune dikirin. Çawa bersiva wan tişta, civaka navnetewî xwe bêdeng kiribû”,-dîplomat gotîye.
Bersiva civaka navnetewîye hindava bûyarên li Qerebagêda, Toganyan himberî îşê Alêksêy Navalnî kirîye, wextê ku Ştatên Yekbûyî û Yektîya Avropayê dijî Rûsîyayê dane xebatê.
“Em dibînin ku bona berjewandîyên merivekî sanksîya didine xebatê. Feqet, wextê ku temamîya cimetekê, bi tevbûna komên têrorîstaye navnetewî, tune dikin, civaka navnetewî bêdenge û xêncî elametîya tu tiştî nake”,-Toganyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî roja îroyîn Ermenîstan gerekê li herêmê sîyasîya xwe çêke, bi hesabihildana dersên berê.Qezîyayên dijî Ermenîstanê nehatine guhartinê, çimkî sed sal pêşda Tirkîyayê komkujîya Ermenî mîyaser kir û roja îroyîn jî ji berjewandîyên xweye stratêcî paşda nasekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button