Sereke

Li Adirbêcanê derheqa hûmanîzmêda bîr anîne

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov piştî hevdîtina tevî wezîrê Slovakîyayêî karên der Îvan Korçok gazinê xwe kirîye û gotîye, wekî Ermenîstan naxweze xerîtên wan deştên mînkirî bide Adirbêcanê, yên ku niha bin kontrola wandanin.Wezîr gotîye, wekî ew yek dijî prînsîpên hûmanîzmêne. Bayramaov daye dîyarkirnê, wekî civaka navnetewî gerekê hukumî li ser Ermenîstanê bike, ku ew wan xerîta bide Adirbêcanê.Dema ku gilî derheqa berjewandîyên Adirbêcanêdane, li Bekûyê derheqa prînsîpên hûmanîtarî û merivhizîyêda bîr tînin. Feqet, ew bîr dikin, wextê ku gilî derheqa wan dîl û merivêd sîvîle li Adirbêcanêdane, yên ku hetanî niha nehatine paşdavegerandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button