Sereke

Konstantîn Zatûlîn bersiva Şêvçênko daye: Rûsîyayê ne ji Qirîmê, ne jî ji Qerebagê îdî neçe

Rûsîyayê îdî ne ji Qirîmê, ne jî ji Qerebagê dûr nekeve. Parlamêntvanê Rûsîyayê Konstantîn Zatûlîn vî cûreyî bersiva elametîyên şuxulkarê civakîye ji Rûsîyayê Maksîm Şêvçênko daye. Nava elametîya Zatûlînda hîmlî tê gotinê: “Gelo hêjaye bînine bîra bolşêvîkê tezebûyî Şêvçênko, wekî nava salên şerê Wetenîyêyî Mezine giran şêwira Sovyêtê mecbûr bû li ser hidûdê tevî Tirkîyayê esker xweyî bikira, û wî çaxî 25 dîvîzîya, nêzîkî mîlîonek leşker mobîlîzasîya kiribû, çimkî Tirkîya hîvîyêbû, ku heger bajarê Stalîngiradê biketa, ewê jî alîyê xweda êrîş destpê bikirana? Bona Konstantîn Zatûlîn melûmetî nelazimin, bavê wî wî çaxî fermandarê pareskerê sînorxweyîkir bûye”. Nava elmetîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî tabîya dewleta rûsa ne ya ermenîparêze ne jî dijî ya tirkaye. “Em dijî kirîn- frotana tevî tirka nînin, ne jî dijî wê yekêne, ku li cîhê tirkaye hêsabûnê cimet biqeside. Nenihêrî wê yekê, wan hemû projeya meriv dikare li Rûsîyayê mîyaserke.Em dijî wê yekêne ku bi alîkarîya me qayîlnivîsarên bona destanîna agirbestê neyêne teribandinê, bona ku berjewandîyên xweye li Kavkazê bi rîya şêr pêşda nebin, usa jî bona wê yekê, ku yên mayîn nava wê pirsêda bin navê welathizên rûsda xwe nedine kifşê”,- qölixdarîya prêssayê xeberên Zatûlîn anîne ber çeva.” Rûsîyayê ne ji Qirîmê, ne jî ji Qerebagê tu cara dûr nekeve”,-elametîya Zatûlîn vî cûreyî ser hevda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button