Sereke

“Tirkîya dicedîne Syûnîkê dagirke”: prêssa Îranê derheqa berevbûna têknîka leşkerîda elam kirîye

Bi meremê derbazkirina telîmên leşkerî, Tirkîyayê têknîka leşkerî cîguhastî nêzîkî sînorê tevî Ermenîstanê kirîye. Derheqa wê yekêda kanala îranîye Azariha Telegram-ê elam kirîye.
Kanalê çend wêne belav kirine, kîjanada tank, komplêksên artîlêrîyayê û maşînên zirihkirî tên kifşê. Hatîye dîyarkirinê, wekî têknîka wî cûreîye zirihkirî pêşda wextê opêrasîyonên leşkerîye li Sûrîyayê hatîye xebitandinê. Li ser hîmê gotinên şiroçîya, xudanên vê înformasîyonê dibêjin,wekî meremê Enqerê û Bekûê heye êrîşê bînin li ser qeza Ermenîstanêye Syûnîkê, sînorê kîjanê tevî Îranêye û bi wî cûreyî dixwezin sînorê ermenîya-îranîya bidine birînê.
“Îranê çendik-çend cara elam kirîye, wekî guhartina sînorên gêopolîtîkî û navnetewîye li herêmê bona wê xeta sore. Bona sekinandina şerê berfireh pêwîste ku hêzên Îranê bi dirêjaya sînor bêne cîhwarkirinê, bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê û Nexçêvanê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button