Sereke

Tirkîya helana dide şerê di navbera Ûkraînayê û Rûsîyayêda

Tirkîyayê da kifşê, wekî hema ewe helandara sereke, ya ku dicedîne ku di navbera Ûkraînayê û Rûsîyayêda dew-doza sîlihkirî hebe.
Çawa ku InfoBRICS-ê daye dîyarkirinê û çawa ku echedoros-a.gr-ê nivîsîye, li piş halê neqewîne li Dombasê, hema Tirkîya sekinîye, ya ku bangî Kîyêvê dike ku opêrasîyonên anegor mîyaserke û hema sîlihên wî jî bide xebatê.
Hevtêkê pêşda eyan bû, wekî Tirkîya dikare 3O-î dironên Bayraktar TB2-ê bide Ûkraînayê û nenihêrî wê yekê, wekî wekîlên tirka ew yek înkar kirin, lê bi rastî zelal bû, wekî dironên tirka cîguhastî Ûkraînayê dikin.
Hevtîya derbazbûyî teyarên tirkaye leşkerî pênc cara berbi Ûkraînayê çûne û barên leşkerî birine wir.
Xêncî wê yekê, elametîyên Tirkîyayêye derheqa wê yekêda, wekî ew hazire alî Ûkraînayê bike, ku Qirîmê “paşda vegerînin”, û rûyê wê yekêda nava heleqetîyên Rûsîya-Ûkrayîna da sertbûn pêşda tê, derheqa çida deranîna sîlihaye berbi nîvadê şedetîyê dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button