Sereke

Cêribandinên girtina HDP-ê hîmê dêmokratîyayê xirab dikin

Êrîşên Êrdogane ser mafên mêriv û dêmokratîyayê, jina, kurda û merivên başqe dixin, yên ku piştgirên dêmokratîyayêne. Derheqa wê yekêda nava elametîya Human Rights Watch-da hatîye gotinê. Nava elametîya teşkîleta mafparêzda hatîye gotinê, wekî rêjîma Êrdoganê serok, mafên mêriv û normên dêmokrtîyayê diteribîne. Hevtîya derbazbûyî, hukumatê qanûn teribandin û gef li opozîsîyayê xwerin. 19-ê adarê Êrdogan emirnivîsar belav kir, anegorî kîjanê Tirkîya ji konvênsîya Avropayê derdikeve.Wê konvênsîyayê zordarîyên dijî jina dihatine qedexekirinê.Xêncî wê yekê dozgerê Tirkîyayêyî sereke derheqa qedexekirina HDP-da elam kir, û pêra jî mandata wekîlê ji wê partîyayê Omer Gergelîoglû ji wî hate stendinê. Teşkîletê daye dîyarkirnê, wekî eva cêribandina derbgîhandina dijî bi mîlîona bijarvanên kurde û usa jî cêribandina hîmê dêmokratîyayêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button