Sereke

Ara Ayvazyan wê 1-ê nîsanê here Moskvayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan 1-ê nîsanê wê here Moskvayê.Wextê civîna hukumatêye hevkarîya karên der, Ayvazyan derheqa wê yekêda elam kir, wextê bersiva pirsê ka gelo pêşerojêda rasthatin tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der têra hatîye dîtinê:
“Ezê herim Moskvayê, nava doranên Hevalbendîya Welatên Serbest tevî civîna hevkarîya wezîrên karên der bibim”,-wezîr got.
Bi gotina wî vê gavê tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der rasthatinên sêem yan duem têra nehatine dîtinê. Lê belê nava goveka wezîrên karên derda hevkarî tevî hevalkarên başqe wê hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button