Sereke

Ara Ayvazyanê ji xebatê aza nebe

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyanê ji xebatê aza nebe.
Em bidine kifşê, wekî Ara Ayvazyanê wê pêşerojêda xwetirê xwe ji qulixê bixweze, lê dewsa wî wê alîkarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Artak Apîtonyanê cîhê xwe bigre.
Sputnik Armênîayê elamî wezîreta karên der kir, wekî ew elametî ne anegorî rastîyêye.
Em bîr bînin, wekî cara ewlin nîne behsên derheqa derketina Ayvazyane ji xebatê tên belavkirinê.
19-ê sibatê nûçe li ser pêlên têlêgramê belav dibûn, wekî wezîrê karên der Ara Ayvazyan wê zûtirekê ji qulixê derkeve,bi taybetî wekî ewî erza derketinê nivîsîye.Ayvazyan wextê qisa tevî rojnamevana daye kifşê, wekî ew jîr dixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button