Sereke

“Elametîya Elîyêve derheqa sînorên Ermenîstanêda ne yên qebûlkirinêne”: Tatêvîk Hayrapêtyan

Elametîya Elîyêve derheqa naskirina sînorên Ermenîstanêye navnetewî yên qeblkirinê nîne.Wextê civîna parlamêntê, fikira wî cûreyî parlamêntvana ji fraksîya “Gava min” Tatêvîk Hayrapêtyanê elam kir.
Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotibû, wekî xebatên aktîv tên kirinê bona sivdera Zangêzûrê. Bi gotina wê niha “Zangêzûra adirbêcana” wê rola yektîya tirkaye li cîhanê bilîze, çimkî li wir derbazkirina projeyên transportê, pevgirêdana wê dinîya tirka bikin yek.
“Serokê Adirbêcanê cara bi sirê naskirina sînorên Ermenîstanê raberî civaka navnetewî kirîye.Alîyê Adirbêcanê alîkîva derheqa aşîtîyêda xeber dide, lê alîyê mayîn elametîyên provokasyîon belav dike”,- Hayrapêtyanê gotîye.
Ewê girîng hesab kirîye, wekî bo vê yekê wekîlên ku tevî dîplomasîya parlamêntê dibin, eşaretîyê bidin hevalkarên xweyeyî navnetewî derheqa elametîya Elîyêvda.
Hayrapêtyanê da kifşê, wekî elametîya Elîyêv wê ji alîyê hevalkarên navnetewîda bersivê bistîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button