Sereke

Serokê Adirbêcanê bi zanebûn rengên êtnîkî û dînî dide dew-doza azêrîya-qerebagîya

Wezîreta Arsaxêye karên der bi elametîyêva pêşda hatîye û bersiva axaftina serokê Adirbêcanê daye, ya ku wextê civîna welatên tirkîaxif serokê Adirbêcanê raber kirîye:
“Axaftina serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêve wextê civîna welatên tirkîaxif, ya xemgînîye.
Serokê Adirbêcanê fikirên girêdayî propaganda eksîermenîra dîsa ne tenê li Adirbêcanê, lê usa jî li welatên tirkîaxife mayîn belav dike.Bi wî cûreyî serokê Adirbêcanê, bi zanebûn rengên êtnîkî û dînî dide dew-doza azêrîya-qerebagîya û dicêribîne dinîya mehmedîyê dora armancên Adirbêcanê berevke.
Elîyêv dew-doza azêrîya-qerebagîya û propaganda dijî ermenîya cîguhastî li ser rasta pantûrkîzmê û panîslamîzê dike û bi wî cûreyî piştgirîyê dide îdêolojîya êkstrêmîzmêye cûre-cûre.
Nava vê hemtêkstêda ev yek hema berevbûna têrorîstaye wextê şerê dijî Arsaxêye. Hema bi wî cûreyî jî armancên dijî Ermenîstanê dîyar dibin, bi taybetî dijî qeza Ermenîstanêye Syûnîkê.
Bi hesabhildana wê yekê, wekî ji alîyê civaka navnetewîda gavên anegor nayêne avîtinê, gavên wî cûreyî dikarin usa jî li hermên başqe bên avîtinê, yên ku bona bêqezîyabûna hemdinîyayî bi encamên neeyanva tijîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button