Sereke

Anegorî mafên navnetewî pirsa dîla tu cara nikare bê sîyasîzasîyakirinê :Gazînyan

Şêwirmendê parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Sêrgêy Gazînyan wextê qis tevî Spûtnîk Armênîyayê derheqa dîlên ermenîda xeberdaye.Bi gotina Gazînyan, teşkîla parêzerê mafên mêriv hema roja şerê Arsaxêyî ewlinda bi aktîvî tevî xebatên lêkolînkirina teribandina mafên mêrive ji alîyê Adirbêcanêda bûye.
“Alîkî wê yekê hema xebata berevkirina şedetîya bûye, nava encamê kîjanêda vîdêyo, wêne û matêrîyalên mayîn hatine berevkirinê, yên ku şedetîya xirabkarîyên şêr û teribandina mafên mêriv didin. Merem ew bûye, ku bi obyêktîvî raberkin ku barbarîyên çawa ji alîyê hêzên azêrîda hatine mîyaserkirinê”,- ewî gotîye. Bi gotina wî, encamên wan xebata raberî mehkema Avropayê kirine. Bi gotina şêwirmendê parêzerê mafên mêriv, bi hesabhildana prînsîpa mafê navnetewîyî hûmanîtarî pirsa dîla tu cara gerekê neyê sîyasîzasîyakirinê, çawa ku Adirbêcan wê yekê dike. Bi gotina Gazînyan anegor konvênsîya navnetewî dîlên leşkerî bêyî hesabhildana wê yekê, wekî nava elametîyên agirbestêda derheqa wê yekêda heye yan tune, gerekê paşda bêne azaberdanê. Nava vê pirsêda Adirbêcan ne tenê dokûmênta xweye îmzekirî mîyaser nake, lê pirsa dîla dicêribîne bona tiştên mayîn bide xebatê. Ew yek tiştê îzinnedayînê û qebûlnekirinêye,-Gazînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button