Sereke

Bekû bi cûrekî cuda meremên mîsîya koma Mînskê şirove dike

Mîsîya koma Mînskêye tek-tenê ewe bona ku “Ermenîstanê mecbûrke ku ew xalên elametîya sêalî mîyaserke”.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Adirbêcanê Elî Husêynlî gotîye. Bi qîmetkirina wî, çawa formata helkirinêye pirsgirêkê, koma Mînskê îdî mîsîya xwe ser hevda anîye, çimkî “dew û doz îdî tune, ew nava encamê opêrasîyona Adirbêcanêda hatîye helkirinê”.
“Konflîkt îdî tune, Adirbêcanê yektîya têrîtorîyayên xwe daye çareserkirinê. Cêrge pirs hene, bona helkirina kîjana wede lazime.Şuxulkarîya koma Mînskêye roja îroyîn ewe, ku ew Ermenîstanê mecbûrke ku Ermenîstan xalên elametîya sêalî mîyaserke”,- ewî gotîye.
Em bîr bînin, wekî Ermenîstanê hemû xalên elametîyê îdî mîyaser kirine, lê Adirbêcan ji wana paşda disekine.Bekû ne tenê xala derheqa paşdavegerandina dîlên leşkerî mîyaser nake, lê ewê serbara serda îşê mehkemê dijî wan vekirîye, lê ew yek jî teribandina mafê navnetewîyî hûmanîtarîye. Alîê ermenî hesab nake wekî konflîkt helkirîye û dewa dêokûpasîya axa Arsaxê dike û pêra jî dewa statûsa Arsaxê dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button