Sereke

Ermenîstanê dewsa rê rê bide Adirbêcanê:Paşînyan

Ermenîstanê dewsa rê rê bide Adirbêcanê.Wextê hevdîtina tevî binelîyên gundê qeza Vayos Zorêyî Zarîtapê, Nîkol Paşînyanê serekwezîr derheqa pirsa vekirina rîyada xeberdaye.
Bi gotina wî, êkonomîka Ermenîstanê gerekê bi vekirina rîyava pêşda here, nenihêrî wê yekê wekî roja îroyîn hemû kes dixwezin bidine tirsandinê, ku wê çawabe, ku rîya Adirbêcanê nava Ermenîstanêra berbi Nexçêvanê hebe.
“Pirsa sivderê gelek cara tê xebitandinê, Adirbêcan derheqa sivdera Zengêzûrêda elam dike.Em dibêjin, wekî nava qayîlnivîsara îmzekirîda ne navê Syûnîkê, ne Zangêzûrê, ne jî Mêgirîyê hene. Ew hema usa derheqa sivdera Zangêzûrêda dibêjin, lê bona me jî sivdera Nexçêvanê wê bê vekirinê”,- serekwezîr gotîye. Ew berbirî hazir bûye û daye dîyarkirinê, wekî êkonomîka Ermenîstanê wê bê guhartinê, heger rîya hesinî tevî Îranê û Rûsîyayê hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button