Sereke

Bi çêkirina “parka” li Bekûyê Elîyêv gihîşte Hîtlêr û Sedem Husêyn: Êdmon Marûkyan

Serokê fraksîya parlamênta Ermenîstanêye “Ermenîstana ronî” Êdmon Marûkyan li parlamênta Avropayê bi axaftin pêşda hatîye û derheqa “parka” li Bekûyê vekirî xeberdaye.
“19-ê nîsana sala 2O21-ê, bi têlêvîzîyona Adirbêcanêye dewletê, rêportajeke sehetekê derheqa pêşengeha li Bekûyê vekirî hatîye rabekirinê, ya ku pêşkêşî şerê Qerebagêyî 44 roje kiribûn. Wextê vê nîşandayîna têrorîstî, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bi kincên leşkerîva pêşda dihat û bi kubarî digerîya, têknîka ermenîye li pêşengehê û manêkênên komîk, yên giva leşkerên ermenî nîşan dikirin.Ev hemû tişt ne ku li welatekî neeyan, lê li welatekî endama Şêwira Avropayê, li Adirbêcanê qewimîye. Ez bîr bînim, wekî Adirbêcan ew welate, yê ku bi cûrê neqanûnî ji 2OO-î zêdetir dîlên ermenîye leşkerî li cem xwe xweyî dike. Ew wêne yên berê nînin, lê yên rojên mene, wextê ku dîktatorê wedê niha nêzîkbûna hindava merivaye barbarî û zêrandinên wan çawa tiştekî normal hesab dike. Li ber vê parkê sirê berev dibin û ew yek tiştê qebûlkirinê nîne. Bi vê kirinê Elîyêv gihîşte dîktatorên usa, yên mînanî Hîtlêr û Sedem Husêyn”,-Êdmon Marûkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button