Sereke

ŞAY bang dike ku kurdên li Sûrîyayê bighîjine qayîlîya dawî

Cîgirê wekîlê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Sûrîyayê Dêvîd Rûbênştêyn bangî herdu partîyayên kurdaye li bakûr-rohilatê Sûrîyayê kirîye ku bighîjine qayîlîya dawî, bi saya kîjanê wê bighîjine hevkarîya nava serkarîkirina li rohilatê Ferat.Anegorî elametîya şêwira kurdaye miletîyê, Rûbênştêyn li Hewlêrê rastî dêlêgasîya şêwira kurdaye miletîyê hatîye.Xeberdan derheqa krîzîsa li Sûrîyayê, prosêsa sîyasîye li Cênêvayê û usa jî serkarîkirina nehîyên bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîkda çûye. Dêlêgasîya Ştatên Yekbûyî usa jî daye dîyarkirinê, wekî qayîlîya di navbera şêwira kurdaye miletîyê yektîya partîyayên kurdaye miletîyêda gerekê ya hemûyabe û bona hemû govekabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button