Sereke

Sîyasîzanê tirk: nava pirsa înkarkirina komkujîyêda serokatîya Tirkîyayêye îroyîn ji ya berê diha xirabtire

Ermenihaber.am-ê pêşîya 24-ê nîsanê hevpeyvîn tevî sîyasîzanê tirkî eyan, rojnamevan û pûblîsîst Cêngîz Aktar derbaz kirîye.
Ew barbarîya hindava ermenîyada mîyaserkirî nas dike û gunehkar dike.Çend sal pêşda ewî bi dengê bilind gotibû: “Wijdanê min nêzîkbûna hindava komkujîya Ermenî bi tu cûreyî qebûl nake, dema ku sala 1915-a ermenîyên osmanî hatine qetilkirinê. Ez vê neheqîyê înkar dikim, tevî xwîşk û birayên ermenî vê êşê parave dikim û baxşandinê ji wana dixwezim.
Nava hevpeyvînêda Aktar derheqa sîyasîya Tirkîyayêye hindava ermenîyada xeberdaye.
-Piştî şerê Arsaxêyî dawî, pêşîya 24-ê nîsanê, Ermenîstan dikare ji Tirkîyayê hîvîya çibe? Bi hesabhildana bûyarên li herêmê diqewime nava elametîyên Enqerêda guhartin hebin?
-Rêjîma Enqerê rûyê bûyarên xirabe li hundur û der nava halekî nefemdarîdane. Meriv nikare bêje, wekî Tirkîya nava her pirsekêda sîyasîya wededirêj mîyaser dike, ew tenê rojê xilaz dike. Feqet çi ku derheqa Ermenîstanêdane, ez nava sîyasîya sedsaleda hîvîya tu guhartinekê nînim.
-Piştî hilbijartina Co Baydên, ew hetanî roja îroyîn tevî Êrdogan ne bi têlefonê xeberdane, ne jî rastî hevdu hatine. Bi hesabhildana sertbûna di navbera Tirkîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, hûn çi difikirin, Baydênê nava axaftina xweye 24-ê nîsanêda xebera “komkujî” bide xebatê?
-Mînanî hemû merivên ku dîna xwe didine wê têmayê, ez jî difikirim, wekî Baydênê serok wê xebera komkujî bide xebatê. Ewê ne ku bibe cezakirina Tirkîya ne dêmokratîk, lê ewê bibe raberkirina rastîyê, kîjanê her merivekî aqilmend qebûl dike. Ji alîkî mayînda jî ji Qesira Sipî Amanda Slot û yên mayîn, yên ku rêjîma Enqerê qebûl dikin, dikarin Baydên ji wê qirarê paşda bidine sekinandinê û derheqa endamtîya Tirkîyayêye nava NATO-da bidine dîyarkirinê.
-Bi fikira we, li Tirkîyayê qewatên sîyasî hene, yên ku wextê ku serokatîyê hildine destê xwe, dewsa înkarkirina komkujîya Ermenî wê rîya naskirinê bibijêrin?
-Xêncî HDP-ê, yên mayîn tunene. HDP jî nikare bibe partîya desthilatdar.
-Diqewime bona vekirina sînorê ermenîya-tirka, Tirkîya niha jî qewilên nû pêşda bikişîne?
-Bona vekirina sînor, dijwarî nemane, çimkî menîya girtina bi yekalî îdî tune. Feqet balansa sîyasîye li Enqerê usa dike, ku ew pêşnîyar mîyaser nebe. Hema wî cûreyî jî tevbûna Tirkîyayêye tevî şerê Qerebagê, sîyasîya hindava Ermenîstanê dike nava halekî xirab.
-Bi fikira we, sîyasîya Enqerêye înkarkirinê hetanî kengê dikare berdewambe?
-Nava pirsa înkarkirinêda, rêjîma Tirkîyayêye îroyîn ya berê xirabtire. Naskirina komkujîyêye nava dorana şuxulkarîya Yektîya Avropayêda diqewime tiştê bûyînêbûya, lê ew mecal îdî hatîye têberdanê. Li Tirkîyayê komkujî wê awqas wede neyê naskirinê, hetanî ku halê li Tirkîyayê tevlîhev nebe, nava encamên kîjanêda “kevir ji cî neleqe” û hetanî ku qayîlîya civakî çê nebe. Diqewime eva destpêka halê Tirkîyayêyî xirabe?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button