Sereke

Parlamêntvanê ji prtîya lêyborîsta bona halê li Tirkîyayê nerihete

Cêrênî Korbîn wextê raberkirina raporta xweye li Şêwira Avropayê gotîye,wekî ew girêdayî cêrge problêmara nerihete, rastî kîjana tê cimeta Tirkîyayê. Bi taybetî ew nerihete, ku Tirkîya dixweze ji konvênsîya Stembolê derkeve û bona wê yekê jî Êrdoganê serok cedandinên xwe pêşda dikişîne. Korbîn gotîye, wekî ev konvênsîya bona wê yekêye, ku nava parastina jinaye sosîyalîda pêşkeftin hebe. Korbîn bangî hukumata Tirkîyayê kirîye, ku qirara xwe careke mayîn lê binihêrin û qirara berê bidine dasekinandinê.
Syasetmedarê brîtanî usa jî xemgînîya xwe girêdayî girtina rojnamevanara elam kirîye. Ewî gotîye,wekî ew rojnamevanên ku hukumatê rexne dikin, tên girtinê. Bi gotina Korbîn, rojnamevan gerekê azabin û bi qanûnên hiqûqî gerekê neyêne binçevkirinê. Ewî usa jî derheqa girtinên partîyayên sîyasîda xeberdaye: “Mafên netewên kêmjimare li Tirkîyayê gerekê bên qedirgirtinê.Vî alîda ez dixwezim guhdarîyê teglîfî li ser pirsgirêkên kurda bikim:mafê parastina ziman û çanda wan û ew bikaribin aza alîyê xweyî sîyasî bidine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button