Sereke

Wezîr: li topraxên ji alîyê Adirbêcanêda okûpasîyakirî 2OOO heykel bin qezîyayêdanin

Li wan topraxa, yên ku wextê şerê Qerebagêyî duem ji alîyê Adirbêcanêda hatine dagirkirinê, nêzîkî 2OOO heykel bin qezîyayêdanin. Derheqa wê yekêda wezîra Qerebagêye perwerdê, çandê û sportê Lûsînê Karaxanyanê gotîye.Ewê serda zêde kirîye, wekî 13 komplêksên dêra, 122 dêr, 52 kela, 523 kevirxaç, 127 kitêbxwenên mekteba, 1O pêşengehên dewletê û 2 jî yên şexsî bin qezîyêdanin. Bi gotina wê, pêşengeha Tîgranakêrtêye arxêolocî, li kîderê ji 8OO-î zêdetir nimûne hene, ketîye bin kontrola azêrîya. Wezîrê daye zelalkirinê, wekî Bekû komkujîya çandî mîyaser dike û derheqa girîngîya pêşdabirina sîyasîya înformasîyone rast û aktîv daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button