Sereke

Hevtîya tê Ermenîstanê 1OO hezar doza vaksîna çînîye dijî koronavîrûsê bistîne: wezîr

Hevtîya tê Ermenîstanê 1OO hezar doza vaksîna çînîye dijî koronavîrûsê bistîne, ya ku bona 5O-î hezar merivî têra hatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda wezîra saglemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye. Bi gotina wê Ermenîstanê ew vaksîna çawa dîyarî stendîye û cîguhastina wê teşkîl kirîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî bona destanîna vaksîna Sputnik V-ê, xebat tên kirinê. Du roj pêşda Ermenîstanê bona 14OOO merivî ew vaksîna stendîye. Çawa ku cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan gotîye, mecalên destpêkirina çêkirina vaksîna Sputnik V-ê gerekê bên lêkolînkirinê, wê yekê gotûbêj bikin ku çi cûreyî dikarin li vir wê vaksînayê çêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button