Sereke

Armên Sargsyanê serokkomar nama razalixîyê serokê ŞAY Co Baydênra şandîye

Armên Sargsyanê serokkomar nama razalixîyê serokê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî Co Baydênra şandîye, ji navê cimeta ermenî û ji navê xwe bona naskirina komkujîya Ermenî razalixî elam kirîye.
Namêda hîmlî hatîye gotinê:
“Ew gaveke serbixwe û ya şakirinêye, hîvîya kîjanê em ji sedsalekê zêdetir bûne. Ew bona temamîya ermenîyên dinîyayê girînge, nava wanda usa jî bona ermenîyên amêrîkî, yên ku nava temamîya jîyana xweda boy naskirinê tu tişt nehêvişandine, û bona wan hemûya, yên ku heqîtî gerîyane.
Ermenîstan naskirina komkujîya Ermenî, ya ji alîyê palata Wekîlada sala 2O19-a naskirî bilind qîmet dike, peyî kîjanêra Sênatê jî komkujî nas kir.Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi wê elametîyê ne tenê qedirê cangorîya girtin, lê bi wê yekêva tevayî mafên mêriv, qîmetîyên hemmerivatîyê, azayê û dêmokratîyayê diparêzin.
Naskirina komkujîya Ermenî û gunehkarkirin wê alî îzinnedayîna komkujîya bikin.
Naskirina komkujîya Ermenî ne tenê rastkirina şaşîya dîrokîye, lê banga bona Tirkîyayêye ku ji meremên xweye bi qezîyaye li vê rêgîyonê paşda bisekine”. Sargsyanê serok namêda usa jî derheqa pêrspêktîvên heleqetîyên ermenîya-amêrîkîyada daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button