Sereke

Li Adirbêcanê arşîv bi întênsîvî tên feşkirinê: Babayan

Arşîvên li Qerebagê hatine xweykirinê, lê gerekê hesab hildin, wekî piranîya wan carekêra cîguhastî Bekûyê kirine.Orîcînalên wan hene, lê ew bi întênsîvî li Adirbêcanê hatine feşkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew feşkirin salên 7O-yî, hêna serkarîkirina Hêydar Elîyêv destpê bibûn.
“Ew yek vî cûreyî hatîye kirinê: mesele, xebata Bakîxanove bi sernavê “Gulistan û Îram” hêna Hêydar Elîyêv destpê kirin careke mayîn çapkin. Dewsa tatara û tirka dihate nivîsarê “azerî”. Bi vî cûreyî Nîzamî “bû” azêrî. Feqet wî çaxî azêrî tunebûn. Bi vî cûreyî ew matêrîyalên arşîvê lêkolîn dikin. Ew niha wanra pêwîst nîne, ew bêyî wê yekê jî hemû mafên navnetewî û prînsîpa diteribînin”,-Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button