Sereke

Leşkerên azêrî 19 dîlên ermenî zêrandine û kuştine

Piştî şerê 44 roje, qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî 19 dîlên ermenî zêrandine û kuştine. Derheqa wê yekêda, wekîlê berjewandîyên dîlên leşkerî û dîlên sîvîle li mehkema Avropayêye mafên mêriv, Artak Zêynalyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Wextê şerê 27-ê îlona sala 2O2O-î destpêbûyî, usa jî piştî qayîlnivîsara sêalîye 9-ê mijdarê îmzekirî, dîsa merivên ermenîye sîvîl û qlixçîyên leşkerî hatine dîlhildanê. 19 merivên dîlketî ji alîyê qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerîda hatine zêrandinê û kuştinê, û ew yek çawa xirabkarîya leşkerî tê hesabê.Girêdayî wê yekêra em berbirî mehkema Avropayêye mafên mêriv bûne”,-ewî nivîsîye û navên wan 19 meriva raber kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button