Sereke

Bo çi Co Baydên qirar kir ku alîkarîya leşkerî bide Adirbêcanê?

Ji salên 2OOO-ê destpêkirî Adirbêcan bona Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çawa tranzîta berbi Afganistanê tê hesabê, li ser kîderêra ew leşkerên xwe cîguhastî Afganistanê dike. Bi wî meremî jî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ber dilê Adirbêcanêda tê. Derheqa wê yekêda sîyasetmetdar Narêk Mînasyan wextê qisa tevî Spûtnîk Armênîyayê gotîye. Ji sala 2OO2-da serokên Ştatên Yekbûyî dora rêzolyûsîya 9O7-ra derbaz bûne û alîkarî dane Adirbêcanê, nava wanda usa jî alîkarîya leşkerî. Mînasyan bîr tîne, wekî hêna Trampê serok Ermenîstanê ji Ştatên Yekbûyî alîkarîya 16 mîlîonî, lê Adirbêcanê ya 1O6 mîlîonî stendîye. Tenê hêna Barak Obama Ermenîstanê û him jî Adirbêcanê alîkarîya nêzîkî wekehev sendine, 117 û 114 mîlîon dolar. Cûrê Tramp niha jî Baydên dike. Sala 2O2O-î Baydên bi xwe berbirî Tramp bibû ku sînorên anegorî rêzolyûsîya 9O7-a xweykin û alîkarîyê nedine Adirbêcanê. Lê niha Baydên wekî mayîn dike.Gelo ew alîkarî wê çiqasbe, hê eyan nîne, lê bi gotina Mînasyan li vir pirseke mayîn heye û pirs ewe, wekî piranîya alîkarîya bona Adirbêcanê bona şerkarîya dijî têrorîzmêye, lê ew yek dijî sîyasîya Adirbêcanêye, ya wextê şerê Arsaxê û Adirbêcanê.
“Wextê şêr gelek nevsên amêrîkîye fermî elam kirine, wekî Adirbêcan kirêkirîyên Sûrîyayê, têrorîsta dide xebatê û niha jî Ştatên Yekbûyî hazir dibe alîkarîya dijî têrorîzmê bide welatekî usa, yê ku têrorîzmê fînanse dike”,- Mînasyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button