Sereke

Li Arsaxê pirsa paravekirina pasportên rûsî nayê gotûbêjkirinê: Balasanyan

Li Arsaxê pirsa dayîna pasportên rûsî nayê gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda katibê şêwira Arsaxêye bêqezîyabûnê Vîtalî Balasanyan gotîye.
“Ez nizanim ku kî behsên wî cûreyî belav dike. Çawa nevsê fermî, ez bêjim wekî pirsa usa nayê gotûbêjkirinê”,-Balasanyan gotîye.
Heger tevî serokatîya Rûsîyayêye sîyasî pirsa wî cûreyî bê gotûbêjkirinê, wî çaxî behsa derheqa wê yekêda wê bona hemûya jî eyanbe.
Em bêjin, wekî piştî îzbatbûna agirbestê û cîhwarbûna aşîtîparêzên rûse li Arsaxê, behsên wî cûreyî nava binelîyada bi aktîvî belav dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button