Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: civaka navnetewî kirinên Adirbêcanê gunehkar dike

“14-ê gulanê Ermenîstan girêdayî teribandina sînorê Ermenîstanêra, yê ku ji alîyê Adirbêcanêda hatîye teribandinê, berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bûye.Pêşezanê mafên navnetewî Taron Sîmonyan wext hevpeyvîna tevî “Komara Ermeîstan”-ê daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan anegorî xala duem berbirî organîzeyê bûye, ya ku derheqa qezîyayêdane, ya hindava sînorada dide dîyarkirinê, eger anegorî xala çarabe, wî çaxî alîkarîya leşkerî pêwîst dibe. Bi xeberdana derheqa wê yekêda, ku piştî wê berbirîbûnê kirinên çawa dikarin bêne mîyaserkirinê, Sîmonyan gotîye,wekî şêwirdarî gerekê destpêbin, peyî kîjanara yan tu tişt wê neqewim, yan jî nîşandayîna qewatê dikare bibe. “Ev kirin ne tenê nîşandayîna qewatêye. Qewat hatîye xebitandinê, çimkî koma sîlihkirî ketîye têrîtorîya Ermenîstanê.Anegorî mafê navnetewî ev yek xebitandina qewatêye û meriv dikare ne tenê mecalên organîzeya peymanê bide xebatê, lê gerekê nivîsar bişandana Organîzeya Netewên Yekbûyî û bida kifşê, wekî dewleta cînar qewat daye xebatê. Mafê Ermenîstanê heye ku anegorî qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî derbazî opêrasîyonên xweparastinê bibe, heger hevraxeberdan tu encama nedin”,- Sîmonyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî prînsîpa yektîya têrîtorîyayên welatên me hatîye teribandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button