Sereke

Li Hewlêrê konfêransa pêşkêşî konstîtûsîya Kurdistanê derbaz bûye

Nevsên  kurde derecebilind, lîdêrên sîyasî, netewên kêmjimar û dîplomatên  ji welatên der 19-ê  gulanê li Hewlêrê berev bûne ku rêyê qewînkirina yekbûnê û hazirkirina konstîtûsîya Kurdistanêye ewlin bibînin. Tevî konfêransê bûne usa jî serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serekwezîr Mesrûr Barzanî û wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrt. Serekwezîrê Kurdistanê bi axaftin pêşda hatîye û daye dîyarkirinê, wekî bi saya yekîtîyê dikarin bighîjine tiştên mezin û bona wê yekê hemû partîyayên sîyasî cabdarin.Usa jî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî Janîn Hênîs  Plasşêrt bi axaftin pêşda hatîye û derheqa yekbûnêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî bi saya yekbûnê roja îroyîn otonomî gihîştîye Kurdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button