Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: usa jî nîşandayîna hîdrotêrorîzmê

“Du dewletên ku dijminatîyê hindava Ermenîstanêda didine kifşê, yên ku li herêmê paşê saz bûne, Adirbêcan û Tirkîya, guhdarîya mezin datînin li ser gêopolîtîya avê. Şerên ku ji alîyê Tirkîyayêda tên destpêkirinê, gerekê nava hemtêksta sîyasîya şerên avêda lê binihêrin. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî alîyê tirka hêna Sovyêtêda jî berbi ava Ermenîstanê cedandîye û gav bi gav hildaye. Mesele, bona Karvaçarê şerên wan hê ji wan salada bû.Wextê şerê Arsaxêyî duem jî, pirsa Karvaçarê hate pêşdakişandinê, çimkî nehîya  Karvaçarê ne tenê donora Ermenîstanêye, lê usa jî ya Arsaxêye. Nava wê hemtêkstêda wana usa jî çev berdaye topraxa Kaşataxê. Adirbêcana ku sala 1919-a hate damezirandinê, carekêra derbazî ser wî îşî bû.

Pirsa gola Reş gelo dikare bibe têma hemtêksta hîdrotêrorîzmê? Bêguman, dibe. Li wir neh mîlîon çargoşe mêtr av heye. Ew av bona bêcerkirinê tê xebitandinê.Wê avê usa jî bona vexwerinê didine xebatê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button