Hukumatên herêmê û fêdêral pêşda pevketibûn, ku tevayî çar merkezên tevayî sazkin bona ku hevkarîya leşkerîye di navbera Hewlêrê û Begdayêda bê qewînkirinê û bêqezîyabûna têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî bê çareserkirinê.Wekîlê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, yê li Xaneqînê elam kirîye, wekî komîtêya ji deh merivaye ji herdu alîya wê opêrasîyonên leşkerîye li Xaneqînê bidine koordînasîyakirinê, bona ku xeleqa dora DAÎŞ-ye li vê nehîyê bidine tengkirinê. Hukumata herêma Kurdistanê çendik-çend cara derheqa bêqezîyabûna van nehîyada dabû dîyarkirnê û gotibû wekî valahîya di navbera pêşmerga û tabîyên eskerê Îraqêda DAÎŞ bona êrîşên têrorîstî dide xebatê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close