Sereke

Ermenîstan gerekê bide kifşê wekî ew teslîmî hukumên Adirbêcanê nabe: Robêrt Koçaryan

Hemû elametîyên Adirbêcanêye nava van rojada meriv gerekê nava hemtêksta şuxulkarîya sîyasîye nava Ermenîstanêda lê binihêre. Derheqa wê yekêda serokkomarê Ermenstanêyî duem, yê ku wê tevî hilbijartinên parlamêntîyêye ji sirêder bibe, Robêrt Koçaryan gotîye.

“Em gerekê hemû tiştî bikin, wekî rojeva meye sîyasîye hundur ji alîyê Adirbêcanêda neyê pêdakişandinê.Ez şikber nînim, ku li Adirbêcanê nava vê kontêksta hilbijartinada nêzîkbûnên çi cûreyî hene. Ewê bicêribînin gava biavêjin û elametîya belav bikin ku hukumî li ser şuxulkarîya hilbijartina bikin. Rêzolyûsîya gerekê vî cûreyîbe, tu cara gerekê îzinê nedine Adirbêcanê, ku bona Ermenîstanê ew rojevê pêşda bikişîne”,-Koçaryan gotîye.

Bi gotina serokê Ermenîstanêyî duem, heger hemû kes bikaribin vî cûreyî li wê pirsê binihêrin, wî çaxî meclê hebe ku teslîmî hukumên wî cûreyî nebin.

“Ermenîstan gerekê bide kifşê, wekî ewê teslîmî hukumên wî cûreyî nebe, û ew yek roja îroyîn nayê kirinê. Ew  yek tiştê bûyînêye, û sirîya ewlin gerekê vê pirsê bi cûrê hevraxeberdana helkin. Lê heger bi navçîgarîya Rûsîyayê ev pirs niha bê helkirinê, sibeh, yan jî duhsbe, li beşeke sînore mayîn pirsgirêkeke başqe wê  pêşda bê”,- Robêrt Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button