Sereke

Diha zêde mecalên dasekinandina rîya hesinî tên kifşê: Mhêr Grîgoryan

Nava hemtêksta vekirina  tevgirêdanên transportêye li herêmê, mecalên bona vekirina rîya hesinîye hêna Yektîya Sovyêtê tên kifşê, wextê kîjana mecalên cîhguastina baraye anegorî qewilên wekehev tên ber çeva.Derheqa wê yekêda bocbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîye. Em bêjin, wekî pêşda serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kiribû, wekî nava pirsa vekirina rîyada koma xebatêye sêalî gihîştîye encamên baş.

“Anegorî xalên elametîya 11-ê meha çile, ji alîyê koma pêşezanîyêda xebatên lêkolînîye berfireh hatine kirinê. Ew lêkolîn derheqa cîguhartina baradanin, yên bi rîya hesinî û usa jî bi rîya avtomobîla”,- Grîgoryan gotîye. Bi gotina  borcbirê cîgirê serekwezîr, niha lêkolînên teşkîlkirina wê govekê tên derbazkirinê. “Niha diha zêde vekirina rîya hesinîye hêna Yektîya Sovyêtê û dasekinandina rîya ber çevaye. Bi fikira min, pêşerojêda xebatên koma sêalî wê berdewambin û ew xebat wê dora van mecala bêne mîyaserkirinê”,- Grîgoryan gotîye. Ewî careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî wextê wan xebata fikira “Sivder Ermentanê ne gotûbêj kirîye û ne jî wê gotûbêj bike”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button