Sereke

Mecalên berfirehbûna mîyaserkirina rêzolyûsîya “Başqebûn boy xilazbûnê” mezin bûne: Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, yê ku serkarîyê navnîşa partîya “Peymana sîvîl”  dike, mecalên helkirina pirsgirêka Arsaxê dibîne. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê rasthatina tevî binelîyên qeza Aragasotinê gotîye.

“Belê, em niha nava halekî girandanin, lê roja îroyîn ez diha zêde mecala dibînim bona helkirina pirsgirêka Qerebagê. Ez tiştekî ecêb dibêjim, lê bawar bikin û ez diha bi hûrgilî nikarin bêjim”,-Paşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava doranên koma Mînskêda pêwîste şuxulkarîya hevraxeberdanaye bona statûsa Qerebagê bidine dasekinandinê.

“Ji vî hemû tiştî em tên ser wê fikirê, wekî mecalên mîyaserkirina rêzolyûsîya “Başqebûn boy xilazbûnê” mezin bûne û pêwîste wî alîda xebata anegor bê kirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button