Sereke
Paşînyan bi fermî dewsa paşdaanîna dîlên leşkerî kurê xwe pêşnîyar kir

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi fermî elam kirîye, ku hazire kurê xwe dewsa dîlên leşkerîye li Adirbêcanê bide. Derheqa wê yekêda ewî wextê hevdîtina tevî binelîyên Aparanê, çawa bersiva gotina serokkomarê Ermenîstanêyî sêem Sêrj Sargsyan, gotîye, yê ku gotibû ku Paşînyan gerekê kurê xwe dewsa 2O-25 dîlên leşkerî bide Adirbêcanê. “Ez bi fermî dibêjime Elîyêv, wekî kurê xwe dewsa hemû dîla didim”,-Paşînyan gotîye.Ew berbirî serokên Ermenîstanêyî duem û sêem Robêrt Korçaryan û Sêrj Sargsyan bûye ku ew bi wê têmayê gotûbêjkirina dikare bike.







