Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê rastî serekwezîrê Yûnanistanê hatîye

Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Atînayê rastî serekwezîrê Yûnanistan Kîrîakos Mîsotakîs hatîye. Anegorî elametîya hukumata Herêma Kurdistanê, tevbûên rasthatinê pêwandîyên dualî û pêşdabirina kirîn- frotanê, învêstîsîyayên di navbera Hewlêrê û Atînayê, bi taybetî nava malhebûna gundîtîyêda gotûbêj kirine. Mesrûr Barzanî Twittêrêda daye dîyarkirinê, wekî ew hevdîtin ya kardar bûye. Serekwezîrê Yûnanistanê seredana Mesrûr Barzanîye li Atînayê çawa ya dîrokî nav kirîye û daye dîyarkirinê,  wekî pêşerojêda ewê here Kurdistanê û wê tevî xwe koma pêşezanên învêstîsîya bibe. Xêncî wê yekê pêwandîyên Hewlêrê û Begdayê jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button