Sereke
Me 2,5 mîlîard diram bona çêkirina tabîyên sînorxweykiraye li Syûnîkê başqe kirîye: Paşînyan
Hukumata Ermenîstanê 2,5 mîlîard diram bona çêkirina tabîyên sînorxweykiraye li Syûnîkê başqe kirirîye. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê wextê hevdîtina tevî binelîyên Gorîsê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî niha sînorê Ermenîstanêyî başûr-rojhilatê nava qeza Syûnîkêra derbaz dibe,bona kîjanê pirsa cîhwarkirina sînorxweykiraye li wêderê pêşda hatîye. “Li wê beşa sînor heyşt tabî gerekê bêne çêkirinê. Li vir pirsa lezketinê heye, lê em dicêribînin bi rîya qanûnî vê yekê bikin”,-Paşînyan gotîye.