Sereke
Li parlamênta Ermenîstanê piranîya cîha wê ya «Peymana sîvîl”-be û ewê hukumatê sazke: Paşînyan
Li parlamênta tezebijartî piranîya denga wê ya partîya «Peymana sîvîl»-be û ewê hukumatê sazke. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Komîsîya hilbijartina encamên dengdayîna ji 2OO8 cîhên dengdayînê raber kirîye, yên ku hesabên pêşinin.Cîhê ewlinda partya «Peymana sîvîl»-e, ya ku bi 53,92 %-va cîhê pêşindane. Koalîsîyona « Ermenîstan» 21,O4% -ê denga stendîye, koalîsîyona « Qedirê min heye» 5,23 %-ên denga berev kirîye. Partîya «Ermenîstana gulvedayî» 3,96% -ê denga stendîye. Tevî hilbijartina bûne mîlîonek 281 hezar 174 meriv. Ew jî dike 49,4% -ê bijarvana.Bona partîya lazime ku ew ji 5 %-î derbaztir bin, lê bona koalîsîyona 7% lazime .