Sereke

Paşînyan elam kirîye, wekî li parlamêntê çend mandatên “Peymana sîvîl” wê hebin

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê wekî nava parlamênta tezebijartîda partîya wan  wê ya pêşin be û bi serkarîya wî wê hukumata nû bê sazkirinê.

“Anegorî encamên pêşin, yên ku ji alîyê komîsîya hilbijartinada hatine belavkirinê, li parlamênta tezebijartî piranîya mandata wê ya “Peymana sîvîl”-be. Ji 1O5 parlamêntvana 71 wê ji “Peymana sîvîl” bin û bi serkarîya min wê hukumat bê sazkirinê”,- Nîkol Paşînyan Twittêrêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button