Sereke

Sîyasîya Bekûyê nayê guhartinê: şantaj û gefxwerin bin perda pêşnîyara derheqa hevkarîyêda

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov pêşnîyara dufikirêye bona  Ermenîstanê kirîye.

“Adirbêcan piştgira normalbûna heleqetîyên tevî Ermenîstanê ye û wî alîda Bekûyê pêşnîyarî Yêrêvanê kirîye”,- Bayramov gotîye. “Nava vê pirsêda tabîya me eyan e, ew nayê guhartinê. Ew ji alîyê serokê welatê meda gelek cara hatîye raberkirinê. Li ser hîmê mafê navnetewî, Adirbêcan bi qedirgirtina yekîtîya têrîtorîya, serbixwetîyê û sînorên navnetewî, piştgira normalkirina heleqetîya ye û vî alîda pêşnîyar kirîye”,-Bayramov gotîye. Bi gotina wî, Bekû difikire wekî bona hevkarîya li herêmê rêyeke başqe nabîne. Bi zimanê dîplomatîya Adirbêcanê gerekê fem bikin wekî ew gotin bona ermenîya û Ermenîstanê eşaretî ye ku gerekê fem bikin wekî  ji xweqirarbûna Qerebgê, topraxên Tavûşê, Gêgarkûnîkê, beşeke Syûnîkê paşda bisekinin, çimkî Adirbêcan têra dibîne wekî ew peyîhatîya Komara Adirbêcanê ye ewlin e û xerîtên anegor  îdî li Adirbcanê hatine çapkirinê. Niha ew îzinê didine ermenîya ku ew li topraxên Ermenîstanêye mayîn bijîn, nenihêrî wê yekê, wekî  beşeke mêdîya Adirbêcanê paytexta Ermenstanê çawa «Îrêvan» nav dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button