Sereke

Prêssa navnetewî derheqa hilbijartinên Ermenîstanêda

Hilbijartinên parlamêntîyêye li Ermenîstanê ji guhdarîya prêssa navnetewî der nemane. Şirovekrin yên cûre-cûrene.

Bi qîmetkirina BBC-ê stendina piranîya denga, yên bona hêza desthilatdar qîmetekî bilinde. Ajansê daye dîyarkirinê, wekî serkeftina Paşînyan tiştekî nişkêva bû. BBC-ê daye dîyarkirinê, wekî piştî şêr rêytînga serekwezîrê niha ketibû, lê nişkêva 54 selefê denga dane partîya Desthilatdar û ewê mecal stendîye bi xwe hukumatê sazke. Ajansê usa jî derheqa elametîya Robêrt Koçaryanda daye dîyarkirinê, kîjanêda hatîye gotinê, wekî wextê hilbijartina gelek teribandin jî hatine kirinê û encamên bijartina gerekê li mehkema konstîtûsîyon bêne gotûbêjkirinê.

Rojnama “Komêrsant”-ê jî nivîsîye wekî hilbijartinên palamêntîyê civaka Ermenîstanê pareveyî ser du beşa kirin. “Komêrsant”-ê daye dîyarkirinê, wekî ji herdu alîya tu alîk bona lihevhatinê hazir nîne û şerkarîya bona desthilatdarîyê wê berdewambe.

Euronews-ê tenê hejmarên denga raber kirîye û tu şirovekirin nedane.

Întêrfaksê jî daye dîyarkirinê, wekî serokê komîsîya parlamênta Rûsîyayêye întêgrasîya Avrasîyayê Lêonîd Kalaşnîkov derheqa heleqetîyên herdu welatada xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî serkeftina Paşînyan wê hindikî hukumî li ser heleqetîyên ermenîya- rûsa bike, çimkî ew îdî cêribandîne û ew bi elametîya sêalîye girêdayî pirsa Qerebagêra hatine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button