Sereke

Bêqezîyabûna ava Komara Ermenîstanê bin qezîyayêdane:Davît Babayan

Rûyê şerê Arsaxêyî 44 rojeda destpêka hemû çemên Arsaxê bin kontrola dijminda mane.Bêqezîyabûna ava Komara Ermenîstanê jî ketîye bin qezîyayê. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye, yê ku bi sala derheqa pirsa bêqezîyabûnêda dibêje. Bi gotina Babayan, du çemên hîmlî ku dikevine gola Sêvanê, Arpa û Vorotan, ketine bin kontrola Adirbêcanê.

“Niha pêwîste tiştekî bikin, li imbara Arpayê û Vorotanê lazime dîtindara cîhwarkin, bona ku pêşerojêda li ber qezîyayê nesekinin”,- wezîrê Arsaxê gotîye. Bi gotina Babayan, hetanî destpêka şêr, Arsax li dinîyayê welatekî ji alîyê bêqezîyabûna avêda pêşkeftî bû, lê niha ew ketîye nava cêrga welatên hedefkirî.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button