Sereke

Tu kes bona pêşdaçûyîna krîzeyê hewaskar nîne: Pûtîn derheqa Qerebagêda

“Rûsîyayê nava pirsa wê krîzeyêda rola xwe lîstîye û tu kes hewaskar nîne ku krîzeya Qerebagê pêşda here, ne Ermenîstan, ne Adirbêcan ne jî binelîyên Qerebagê”,- Pûtîn gotîye.

Çawa ku serokê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, dora Qerebagê pirs berev bûne girêdayî dasekinandina sîstêmara, û sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêra.Bi fikira Pûtîn, meriv nikare bijî û hîvîyêbe wekî dew-dozê careke mayîn destpêbe. Bo wê yekê jî niha alî dora helkirina pirsgirêkê xebata dikin.

“ Me koma sêalî saz kirîye û emê hemû tiştî bikin bona ku wî halî bidine rastkirinê”,-ewî gotîye.Derheqa Qerebagêda mektebvan Yêrêm Harûtyûnyan pirs daye Vladîmîr Pûtîn. Serokê Rûsîyayê wextê weşana zindî bersiva pirsa daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button