Sereke

Li cîhên bîrên neftêye “Omar”-ê, li Sûrîyayê, êrîşa bi rokêta qewimîye

Li Dêyr Zorê, li cîhên neftêye “Omar”-ê, li kîderê hêzên koalîsîyona navnetewî cîhwarbûyîne, careke mayîn êrîş hatîye mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine. “Du rokêtên neeyan ketine alîyê Al Omarêyî  rojavayê li kîderê baza hêzên meye dijî DAÎŞ-ê cîhwarbûyîye”,- nava elametîya hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye gotinê. Hatîye ragîhandiê, wekî tu kes zyanê neketîye. Nava  hevtêkêda eva êrîşa dudaye, ku li wir tê kirinê. Teşkîleta Sûrîyayêye mafparêz rezedilvanên ku ji alîyê Îranêda tên piştgirtinê nava wê yekêda gunehkar kirine. Berdevkê koalîsîyona navnetewî Wêyn Marotto jî derheqa wê êrîşêda îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî tu kes zyanê neketîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button